Malper/Anasayfa

Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..

 

 

Jiyana Sosret

Du bira (ku çavê yekî li jina birayê wî be!)

Ez wisan bawer im ku pêşê Osmaniyan kurd bûne, lewra bira birê, bav kurê, kur bavê kujtiye! Ev jî, hê jî adet e di nava kurda da!

Sala 1990'îda min tayîna xwe anî Mersînê, bûm îmamê mizgefta Şerefiyê (Camiya Kurtalî). Di taxa (mehella) me da gelek malbatên kurda hebûn. Derdorê 20-30 malî tirk bûn, wek din bi hezaran malbatên kurda bû.

Ez jî kurd jî em gelek pirr kêfxweşbûn ku ez hatibûm nava kurda, kurda jî cara yekem îmamek kurd di vê camiyê da didîtin, lewra beriya min da pirrên wan newêribûn biçûna sefa yekem!

Çend malên tirka mizgeft zevt kiribûn. Komela mizgeftê jî didest tirkanda bû, yek kurdek nekaribû biba endamê komelê.

Min li wir malbatekî dît.
Du bira bûn, bi malê dunyayê tiştek wan tunebû. Birayê biçûk li Firansayê kar dikir, kirêya xanî û xwarin û vexwarin uwd. ji malbatê ra ew birayê biçûk yê li fransa tedarik dikir.
Birê mezin tu karekî nedikir, çend zarokên wî hebûn, hemî hûr bûn, yên kar û xebatê nebûn. Bi kurtî hemî îdara wan liser birê biçûk bû. Bav yek dê cuda bûn.
Birayê biçûk ji wan ra ji Fransa pere şand, ersekî sitendin, xanîkî du qat çêkirin. Birê biçûk, jin û zarokek wî hebû, li cem birê mezin bû.

Dûvra birayê biçûk pere şand ersekî li devê rêkî mezin da sitendin, çar dikan 2 daîre liser çêkirin û birayê biçûk ji Fransa zivirî û xwest parve bikin, ku xaniyê kevn bifroşin, yê nû jî daîrek û du dikan ji wî ra, yek û du dikan jî, ji yê mezin ra bimîne.
Birê mezin hemî xanî û dikan liser navê xwe tapû kiribû, got ez qebûl nakim. Bila xaniyê kevn ji wîra be, herdu daîre û herçar dikan ji min ra be.
Ya rast jî wek birê biçûk bû, yanî wek gotina birê biçûk, hima birê mezin çavê wî yê biçûk dibirî lê neheqî dikir.

Birê biçûk hat cem min got were bikeve navbera me.
Min jî gazî melakî heval kir, em bi hevdura ketin navbera wan.
Me kir û nekir birê mezin got "ez xanî û dikana nadim wî, bila xaniyê kevn tenê qebûl bike."
Me got heyra xaniyê kevn jî, yê nû jî hemî ked û emega wî ye.
Got; min jî jin û zaroka wî xwedî kiriye.
Me got jin û zaroka wî jî û yên te jî, bi perê wî xwedî bûne, ka te yek lîrakî jî qezenc kiriye?..
Got wellahî ez nadim, bi sê telaqa ez nadim, qebûl dike bila bike, qebûl nake ezê xaniyê kevn jî jê bistînim, hun dizanin ku tapû hemî liser navê min e.
Me got evê qebûl nake, em jî qebûl nakin, vaya zulm e tu dikî.
Got wextê vê jî qebûl neke rêkî din heye.
Me got ew rê çî ye?

Got ezê debançê bidim destê filan kurê xwe (14-15 salî bû), bila berdê bikuje, xanî jî mal jî  û her tiştê wî ji min ra dimîne.
Me fêmkir ku çavên vî zalimî li jina birê wî ye jî.
Min got Seyda rabe, em derkevin.
Em derketin, seyda got te çima me derxist, belku me pê bida qebûl kirin.
Min got Xwedê ji te razî be, te fêm nekir? Çavê mêrik li jina birê ye jî.
Seyda nû fêmkir, got wellahî diçim serê wî dişkênim, min nehîşt.
Em çûn cem birayê biçûk, me got bira me herdu mela biryar da ku, yaniyê biçûk ji te ra, yên nû bi tev dikana ji birê te ra. Birayê mezin e, zarokên wî zêdene. Tu dikarî kar bikî ew nikare.
Camêr li çavên me nihêrî got: Vaya ne edalet e, vaya zilm e hun li min dikin, hun mêla wî dikin.
Min got wellahî em mêl nakin, hima boy hun bi selameti ji hevdu biqetin, em wiha minasib dibînin.

Ka me yê çawa bigota dilê birayê te heye, te bide kujtin jina te jî lixwe mahr ke?
Mixabin birê biçûk zenkir ku em bi zanîn lê heqaretê dikin, alîkariya yê mezin dikin.

Va bû 25 sal, birê biçûk bi min ra naaxive!

Hun bana di dewsa min da we yê çi bigota?

Silav rêz

M.Nureddin Yekta
 14.02.2021

 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!