Kurdên Bakur Turkiyê wek dewlet, ala bi sterk û hîvê jî al, tirkî jî zimanê xwe dizanin. Dema tu bêjî ez kurd im, bi çavekî xirav li mirov dinhêrin û mirova tecrîd dikin.
Ez bi kîjan zimanî ji we ra behs bikim?
Piştî Nîsana sala 1993an virva cara duwemîn bû (Tebax 2018) ku ez li Mûşê bûm.
Min her tişt wekî 25 sal berê xeyal dikir. Eqreba, gundî, hevalên zaroktî, germaya eqrebatî û ya dost û hevalan!..
Mixabin van hemî hissana bi salên berê ra 25 sal berê mala xwe barkiribûn ez hay jê nebûm. Ne eqrebatî mabû ne dost û hevaltî. Ne germaya gundiyan ne jî hezkirina hevalên zaroktî.
Di şûna wan da tenê menfeetperestî cîh girtibû. Êdî rû ji rûyan şerm nedikir.
Dema min berê xwe dabû welat, ez ketibûm xem û xeyalan. Min digot çiqas eqreba, heval, dost, cîran hene wê hemî bikevin rêzê, emê hevdu himêz bikin, belku ser hevduda bigirîn jî.
Mixbin xeyalên min hemî şikestin. Ji bilî xuşkekî min û du heb qizên xwarzî û dudu jî qîzên birarzî kesî hîsirek nebarand, hêsrên min jî di çavên min da man, derneketin derva ji şerma dîrokê. Ji 70 birarzî û xwarziyan 7 heb hatin xêrhatina min. Ji gundiyan jî yek tenê! Ya Rebbî şikir ji te ra, ku vana jî tunebana minê çi xwelî li serê xwe bikira!.
Heya êvarê mam li gund, dûvra ez û kurxaltiyê xwe (hevalê min ê zaroktî) Medenî em çûn Mûşê. Jixwe roja hatibûm min ji xwe ra otelek girtibû. Her çiqas Medenî bi îsrar got li mala me bimîne jî, adetê min nîne ez naxwazim kesî nerehet bikim.
Ez 18 rojan mam li Mûşê. Rojekê çûm Vartoyê, rojekê çûm Kurdmeydanê Mala xalê xwe, rojekê birarzîkî min ez dawet kiribûm çûm gund me xwarina nîvro li mala wan xwar. Lê wek din tim li Mûşê dimam, pirrê caran li parka ataturk ku li hember otêla (Hotel Diyar paris) lê mêvan bûm.
Pirrên caran ez û Hamiyeta neviya xalê min û tim caran jî Medenîyê kurxaltî hevalê zaroktî em li cem hevdu bûn. Ji xwe havîna li Mûşê, çiyê mirov lê rûnê tenê parka ataturk e. :)
Rojekê dema îşayê bû. Ez û Medenî em ji parkê rabûn çûn heya ber derê otelê. Min got:
- Medenî tu biçe mala xwe, ezê jî biçim oda xwe îstirehet bikim.
Wî got: Na hêj zû ye em wiha tûrekê bavêjin berjor dûvra ji hevdu biqetin.
Em bi qasî 500 metreyê çûn, me dît ku li ber derê qehwexanekê 6-7 heft camêr rûniştine. Liser wan kursiyên hurik li ber masên hûrik.
Camêran rabûn destên me girtin, dûvra em rûniştin.
Piştî wan û medenî li hevdu pirsîn, yekî got Medenî ev camêr kîye kifş e, xerîb e ne ji vî welatî ye, em nasnakin.
Medenî got; belê ji vî welatiyê û hun hemî jî nasdikin.
Xortekî got belê welle liser înternetê ez dişopînim min naskir.
Medenî got va kurxaltiyê min, hevalê min Mela Nûreddin Yekta ye.
Camêra careka din destê min girtin, merhebatî di min dan, gotin belê em nasdikin lê ji zûve me hevdu nediye bi sûret me hevdu jibîr kiriye.
Paşê yê milê min ê çepê got: Mela ka ji me ra hinek behsa Europa û rewşa kurdên wêderê bike.
Ez lê zivirîm, belê min jî ew bi dê û bav nasdikir.
Min got ezê ji we ra hinekî behsa Europa û kurdên wir bikim, lê dema em hatin, we bi tirkî sohbet dikir, îja ez nizanim ez ji we ra bi kijan zimanî şirove bikim, bi kurdî an tirkî?
Gotin welle ferq nake boy me, kurdî û tirkî boy me yek e, hima tirkî be baştir e.
Min jî got; madema boy we ferq nake, ezê bi kurdî biaxivim lewra boy min kurdî baştir e zimanê dayika min e.Gotin tu zanî, lê rengê wan hinek guherî, min fêm kir ku 2 kes (Medenî û ew xorta) netêda, wanên din mora nijadperestiyê li eniya min xistin!
Bi rez û silavên germ
|