Kurdî  |  Türkçe

Silav û rêz mêvanên hêja hun ser çavan hatin malpera xwe! Bişertê ku navnîşana malperê were dayîn hun dikarin hemî nivîs û kilîbên vê malperê di malperên xwe de biweşînin. Di mnyekta.com de nivîsên rojane, helbest, pêkeni bi niviskî û bi deng hene!

 

 
 

Pêkenîyên Gel

Newroza Kurda
 

Leşkerê dijmin hey li Mamosta şkence dikirin hem jî jê dipirsîn:

-Tu çi dixwazî?

Mamosta bersiv da; "Ez ji we tişt naxwazim, we min anî vira, herhal hun ji min tiştek dixwazin!..
- Belê em dixwazin, gerek tu ji doza Kurdistanê biborî û carek din behsa Kurd û Kurdistanê neki !..

Mamosta got: "Ez mirovek im, ji tirsa, an ji bê quwetî ez dikarim biborim, an bêjim belê ez borîm û hew deng bikim, lê gelê kurd ji doza xwe derbas nabe!
 
Leşkera gotin :
- Êêê hun dizanin, emê jî roj biroj we bikujin heta ku hun biqedin!..

Mamosta got: "Em zû bizû naqedin lê hindik ma ku hun biqedin û ji dîrokê bên verotin !

Leşker keniyan û bi mamosta henek kirin,
- Na lo çend roj ma?

Mamosta got: "Roja Newrozê".

Leşkera kenê xwe zêdekirin û gotin herhal me pirr li serî xist, sere wi tevlihev bû nizane çi dibê û pirsîn;
- Newroz ma du meh! Emê çawa biqedin, çawa ji dîrokê bên verotin?

Mamosta bişirî û got:
"Ferq nake, roja ku hun biqedin emê wê rojê carek din Newroz îlan bikin"!
 

M.Nureddin Yekta


 

 

 

 

Bi destûra zaliman rêxistinên Îslamî naynê sazkirin.
Kesên di wan rêxistinan de kar bikin bi baweriya xwe re îxanetê dikin!