Kurdî  |  Türkçe

Silav û rêz mêvanên hêja hun ser çavan hatin malpera xwe! Bişertê ku navnîşana malperê were dayîn hun dikarin hemî nivîs û kilîbên vê malperê di malperên xwe de biweşînin. Di mnyekta.com de nivîsên rojane, helbest, pêkeni bi niviskî û bi deng hene!

 

 
 

Pêkenîyên Gel

Xiyarê me meşhûr in, barek xiyar bi xwe re bivin welatê xwe!

Dema li Muşê rêya hesin çêdikin, her kes mereq dike gelo ev rê çiye û çawa çêdibe! Ji ber vî jî gelek mirov ji gundê xwe biredikevin û diçin Muşê. Yek ji van mirovan jî Seîdê libûçî ye. Her wekî ku xwendevanên hêja jî dizanin ku wê demê kesî bi zimanê tirkî ewqas nizanî bû, lê xalê Seîd hinek dizane.
Dema Xalê Seîd diçe bal karkirên rê, şefê rê bi tevî karkiran va dixwazin bi kâlekî kurda henekê xwe bikin. Şef dibêje

-Xalo piştî ku me karê xwe xilas kir, ez dixwazim ji welatê we tişteki bi xwe re bivim bila bive hediya we, tu çi tewsiye dikî?
Xalê Seîd pêşî qenc difikire û dibêje:

-Birarzî, her tiştên welatê me qenc in, tu çi jî bivî poşman nabî!

Şef bi ken dibêje:
-Na xalo dibên ku firingiyê we yên sor pirr xweş in, ez dixwzim ji wan hinekî bivim ku milletê min jê bixwe û tamê jê bibîne! Xalê Seîd fêm dike ku ev teresa bi mane tiştên nexweş ji welatê me ra dibêje. Berê xwe dide şef û bersiv dide:
-Na lawo! Tu şaş î, xiyarê welatê me pirr meşhûr in, barekî xiyar bi xwe re bive, hem bixwun û hem jî toximê wî bireşînin bila welatê we pê şên bibe!

M.Nureddin Yekta

 

 

 

Bi destûra zaliman rêxistinên Îslamî naynê sazkirin.
Kesên di wan rêxistinan de kar bikin bi baweriya xwe re îxanetê dikin!